Mehabad; Girtin û nexuybûna çarenivîsa Tofîq Emînî

Hengaw; Înê 23ê Gulana 2025an
Tofîq Emînî, welatiyê Kurd ê xelkê Mehabadê, deh roj berî niha ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve li vî bajarî hatiye girtin û ji bo cihekî nediyar hatiye veguhastin û ti zanyariyek derheq çarenivîsa wî li ber dest nîne.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 11ê Gulana 2025an, Tofîq Emînî yê xelkê gundê "Azadî" yê girêdayî bajarê Mehabadê, ji aliyê hêzên ewlehî yên ve li bajarî hate girtin û bo cihekî nediyar hate veguhastin û bi derbasbûna deh roj ji binçavkirina navbirî re ti zanyariyek derbarê çarenivîsa wî li ber dest nîne.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî ev welatiyê Kurd binçav kirine û lipeyketinên berdewam ên malbata wî ji bo agehdarbûn ji çarenivîs û rewşa navbirî bê encam maye.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast derheq sedemên girtin, tohmetên ku li dijî navbirî hatinî sepandin, çarenivîs û cihê ragirtina vî welatiyê Kurd li ber dest nîne.