Urmiye; Sizayê 10 sal girtîgeh bi ser Behram Mecidî Ferd de hate sepandin

29 May 2025 10:12

Hengaw; Pêncşemî 29ê Gulana 2025an

Behram Mecidî Ferd, welatiyê Kurd ê xelkê Mirgewera Urmiyê ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi giştî 10 sal sizayê girtîgehê bi ser de hate sepandin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di vê dawiyê de Behram Mecidî Ferd, welatiyê xelkê gundê "Rajan" ê ser bi Mergewera Urmiyê, ji aliyê Taya 6 a Dadgeha Şoreş a Urmiyê ve bi serokatiya dadwer Necafzade bi tohmeta "propagendekirin li dijî hikûmetê" 3 sal û 4 meh sizayê girtîgehê û bi tohmeta "endamtî di Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê de" 6 sal û 8 meh sizayê girtîgehê bi ser de hate sepandin.

Hêjayî gotinê ye ku, di vê navberê de, sizayê şeş ​​sal û 8 meh girtîgeha Behram Mecidî Ferd ji bo sê salan hatiye ragirtin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, Behram Mecidî Ferd berê di heyama girtina xwe de ji aliyê saziyên ewlehî ve ji bo wergirtina îtirafên bi zorê rastî zext û îşkenceyan hatibû.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin