Sine; Derçûna sizayê mehek girtîgeh bo sê ajotvanên barhilgirên nerazî yên hatinî binçavkirin

Hengaw; Pêncşemî 29ê Gulana 2025an
Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ji bo sê ajotvanên barhilgirên nerazî yên Kurd bi navên Sidêq Mihemedî, Kawe Muradî û Rizgar Muradî, ku roja Sêşemî 27ê Gulana 2025an ji aliyê hêzên îdareya Îtilaata Sinê ve hatibûne girtin, biryara mehek girtîgeha demkî derkiriye.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 28ê Gulana 2025an, Dadgeha Şoreş a Sine ji bo sê ajotvanên barhilgirên nerazî yên Kurd ên bi navên Sidêq Mihemedî, Kawe Muradî û Rizgar Muradî, biryara mehek girtîgeha sepiyayî derkiriye û ew bi mebesta birêvebirina girtîgeha bi ser wan de hatî sepandin bo girtîgeha navendî ya Sine hatine veguhastin.
Pêka gotina çavkavniyeke agehdar, ev ajotvanane ji ber beşdarîkirin li kombûna nerazîbûnê ya sêrêya Sine bo Merîwanê û beşdarîkirin di gireva ajotvanên barhilgiran de hatibûne girtin.
Herwiha vê dawiyê û pêwendîdar bi gireva seranserî ya ajotvanên barhilgiran, li bajarê Dêwulanê jî du ajotvanên nerazî bi navên Zanko Rostemî û Hamid (paşnavê wî nexuya ye) ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine girtin, û heta niha ti zanyariyek li derheq çarenivîsa wan ber dest nîne.