Sînorê Bane; Birîndarbûna kolberekî Kurd bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî

30 May 2025 11:53

Hengaw; Înê 30ê Gulana 2025an

Kolberekî Kurd ê xelkê Bane yê bi navê Mêhran Fetahî li encama teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê li ser sînorê Bane bi dijwarî hate birîndarkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 28ê Gulana 2025an, Mêhran Fetahî yê 27 salî û xelkê bajarê Bane ji ber teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên Îranê li ser sînorê Bane bi dijwarî hate birîndarkirin.

Hêjayî behskirinê ye ku, di heyama salên borî de hêzên çekdar li ser sînorê Hengejaleyê dehan kolberên Kurd bi teqeya rasterast kuştine.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin