Ji gefxwarinê heta dosyesazî, zêdebûna zextan li ser Keyhan Mihemedînijad û Sîna Qasimîzade, du rojnamevan û çalakvanên mafê mirovî yên xelkê Urmiye

Hengaw; Înê 30ê Gulana 2025an
Du rojnamevan û çalakvanên mafê mirovî yên xelkê bajarê Urmiye yên bi navên “Keyhan Mihemedînijad” û “Sîna Qasimîzade” ku niha rûniştiyê bajarê Hewlêrê yê ser bi Herêma Kurdistanê ne, di heyama mehên borî de rastî zextên saziyên ewlehî hatine û saziyên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê bi dosyesazî, gazîkirin û gefxwarina malbatên wan, daxwaza rawestana çalakiyên van her du rojnamevanan kirine.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di heyama mehên borî û bi taybetî çend hefteyên borî de, zextên saziyên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê û ji wan Îtilaata Spaha Pasdaran li ser malbatên van du rojnamevanên Kurd yên xelkê bajarê Urmiyê û rûniştiyên bajarê Hewlêrê zêde bûne.
Hengaw hatiye agehdarkirin ku, navendên ewlehî ji destûpêwendiyên xwe bo tomrakirina sikala li dijî van du rojnamevanan di Dezgeha Dadwerî de sûd wergirtine û bi sepandina tohmetên wek “propagendekirin li dijî hikûmetê”, “bêrêzîkirin bi pêroziyan” û “hewldan li dijî ewlehiya netewî” çendîn caran malbatên wan bo Îtilaata Spaha Pasdaran gazî kirine û rastî lêpêçîn û bêrêzîkirinê hatine.
Ev du rojnamevanên Kurd ku birêveberê du rûpelên nûçeyî yên Urmiyê stûyê wan e û di tevgera “Jin Jiyan Azadî” de hem li van rûpelan û hem jî di rûpelên xwe yên kesî de çalakiyên berçav hebûne, niha navendên ewlehî bi zextkirin û gefxwarin li wan û herwisa gazîkirina berdewam a malbatên wan û lêpêçîn û gefxwarin, daxwaza rawestana çalakiyên medyayî û mafê mirovî yên van du kesan dikin.
Hêjayî gotinê ye ku, ev du çalakvanên medyayî tevî çalakbûn di rûpelên xwe yên kesî de, di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî de jî gelek çalak bûne û bi medyayên Kurdî û herwisa medyayên Îngilîsî ziman re çalakî hebûne û digel saziyên mafê mirovî û bi taybetî Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê hevkar in.
Di berdewamiya van gefxwarinan de, vê dawiyê hejmarek ji rûpel û hesabên ser bi saziyên ewlehî yên Îranê, bi şandina nameyên gefxwarinî bi eşkere gef li wan xwarine ku eger çalakiyên xwe ranewestînin, ew ê bi awayekî fizîkî ji holê werine rakirin, ku ev yeka jî bûye sedema nîgeraniya cidî ji bo malbatên wan.
Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê bi tundî her cure zext û gefên li ser rojnamevan û hevkarên xwe ji aliyê saziyên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve şermezar dike û daxwazê ji saziyên mafê mirovî yên Îranî û navneteweyî dike ku rewşa taybet a van çalakvanan berçav birgirin û wan bixine bin çetra piştevaniya xwe.