Dadgeha Pêdaçûnê; Kêmbûna sizayê Jîna Muders Gurcî bi 2 sal û 4 meh girtîgeh

05 October 2024 14:30

Hengaw; Şemî 5ê Cotmeha 2024an

Jîna Muders Gurcî ya rojnameger û çalakvana mafê jinan ya xelka Sine ku di tevgera Jin Jiyan Azadî de jî du caran hatibû girtin û li ser hev 21 sal girtîgeh bi ser de hatibû sepandin, bi biryara Dadgeha Pêdaçûnê sizayê wê yê girtîgehê bi 2 sal û 4 meh girtîgehê hate kêmkirin.

Pêka rapoar ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di vê dawiyê de “Jîna Muders Gurcî” ya rojnameger û çalakvana mafê jinan bi biryara Taya Çarem a Dadgeha Pêdaçûnê ya bajarê Sinê bi tohmeta “çêkirina deste û girûpên neyasayî bi armanca herifîna hikûmetê” bi 16 meh girtîgehê û bi tohmeta “propagende li dijî hikûmetê” bi salek girtîgehê hate sizadan.

Hengaw hatiye agehdarkirin ku, ev çalakvana mafê jinan bi tohmeta “hevkarîkirin bi girûp û dewletên dijmin re” bê tawan hatiye naskirin û sizayê dûrxistina wê bo girtîgeha navendî ya Hemedanê jî hatiye hilweşandin û sizayê herî giran ê wê ku 16 meh e, divê li benda jinan a girtîgeha navendî ya Sinê bi rê ve biçe.

Navbirî ku berê li ser hev bi 21 sal girtîgehê hatibû sizadan û 10 sal ji vî sizayê diviya bi rê ve çûba, li hember sizayê hatî danê ji aliyê Dadgeha Şoreş a Sinê ve nerazîbûna xwe nîşan dabû û dosyeya wê ji aliyê parêzeran “Salih Nîkbext û Tahir (Şoreş) Tohîdî” ve hate nûneratîkirin.

Jîna Muders Gurcî berê ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a Sinê ve bi serokatiya dadwer Keremî bi tohmeta “pêkanîna deste û girûpên neyasayî bi armanca herifîna hikûmetê”, 10 sal girtîgeh û bi tohmeta “hevkarîkirin bi girûp û dewletên dijber re” 10 sal girtîgeh û bi tohmeta “propagendekirin li dijî hikûmetê” jî salek girtîgeh bi ser de hatibû sepandin.

Dawî kombûna pêregihîştin bi tohmetên vê çalakvana Kurd li rêkefta 9ê Nîsana 2024an hate birêveçûn û biryara dadgehê roja 23ê Gulana 2024an bi awayekî fermî jê re hate ragihandin.

Hengawê berê di raporekê de ragihandibû ku, tohmetên ku bi ser Jîna Muders Gurcî de hatine sepandin ev in: “Damezrandina Encumena Jîwano bi îdeolojiya femînîstî û bi armanca herifandina hikûmetê, beşdarbûna armancadar di kombûnan de û bilêvkirina dirûşmên herifîner”, “pêwendîgirtin bi dijberên şoreşê re, beşdarîkirin di konferans û kargehên perwerdehî yên navneteweyî de, belavkirina gotar di nava torên civakî de û hevpeyvînkirin bi medyayên biyanî re di rastaya reşkirina rewşa welat û alozkirina keşa civakê di demeke hestyar de piştî canjidestdana Jîna Emînî”.

Dadgeha Şoreşê herwisa li pêwendî digel tohmeta “belavkirina nerastiyan û handana xelkê bo kiryarên tundûtîjî”,  Dadgeha Keyferî berpirsyarê pêregihîştin bi dosyeya wê daye nasandin û dosye bo Dadgeha Keyferî ya Duyem a Sinê hate şand.

Jîna Muders Gurcî roja Sêşemî 9ê Gulana 2023an, piştî mehek binçavkirin li odeya takekesî ya Navenda Îslah û Terbiyet li bajarê Sinê bo benda giştî hatibû veguhastin; Navbirî piştî 84 rojan bi danîna barimteya yek milyar Tumenî û bi awayekî demkî heta dawî qonxên dadgehê hatibû berdan.

Ev çalakvana mafê jinan roja Pêncşemî 21ê Îlona 2022an, di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî de jî, ji aliyê hêzên Îtilaatê ve hatibû girtin û piştî 40 roj binçavkirin li benda jinan a girtîgeha Sinê li rêkefta 30ê Cotmeha 2022an bi danîna barimteya 100 milyon Tumenî û bi awayekî demkî heta dawî qonxên dadgehê hatibû berdan.


Di vî warî de zêde bixwînin