Birêveçûna sizayê darvekirina heft girtî li girtîgehên Kirmaşan, Qezwîn, Ehwaz û Reştê

31 May 2025 10:50

Hengaw; Şemî 31ê Gulana 2025an

Sizayê darvekirina heft girtî ji wan sê girtiyên Kurd ên bi navê Xudayar Keyferî, Mihemed Şahmuradî û Ferhûd Husênî, herwisa Talib Ehmedpûr ê girtiyê Ereb û sê girtiyên din ên bi navên Sefer Kemalî, Ezîz Sidaqet û Elîmurad Rencberan, li girtîgehên navendî yên Qezwîn, Kirmaşan, Ehwaz û Reştê hate birêveçûn. Ev girtiyane berê bi tohmetên "kuştina bi zanebûnê û madên hişber" bi darvekirinê hatibûne sizadan.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 28ê Gulana 2025an, sizayê darvekirina Xudayar Keyferî, welatiyê Kurd ê xelkê Sehnê û Elîmurad Rencberan ê 29 salî û xelkê Qezwînê li girtîgeha Qezwînê, Mihemed Şehmuradî yê 29 salî û Ferhûd Husênî yê 28 salî her du xelkê Kirmaşanê li girtîgeha Dîzilava û Talib Ehmedpûr ê 32 salî û xelkê Ehwazê li girtîgeha Sipîdar a vî bajarî û Sefer Kemalî yê temen 36 salî û xelkê Kerecê li girtîgeha navendî ya Qumê hate cîbicîkirin.

Di vê navberê de, Xudayar Keyferî nêzî çar sal berî niha, Talib Ehmedpûr û Sefer Kemalî sê sal berê, û Mihemed Şehmuradî û Ferhûd Husênî jî berê bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber hatibûne girtin û piştre bi darvekirinê hatibûne sizadan.

Herwiha Elîmurad Rencberan çar sal berî niha bi tohmeta "kuştina bi qest" hatibû girtin û ev jî di dawiyê de bi darvekirinê hatibû sizadan.

Ji aliyeke dinê ve, sibêdeha roja Sêşemî 28ê Gulanê jî, sizayê darvekirina Ezîz Sidaqet yê nêzî 40 salî û xelkê Gurganê li girtîgeha navendî ya Reştê hate birêveçûn. Navbirî jî sê sal berî niha bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber hatibû girtin û di dawiyê de bi darvekirinê hatibû sizadan.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, nûçeya darvekirina van girtiyane di medyayên hikûmetî û nemaze medyayên nêzî Dezgeha Dadwerî de nehatiye belavkirin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin