Raporek li ser cîbicîkirina sizayê darvekirina sê girtiyên Kurd li girtîgeha navendî ya Îlamê

23 May 2025 14:39

Hengaw; Înê 23ê Gulana 2025an

Sizayê darvekirina du girtiyên Kurd ên xelkê Îlamê yên bi navê Ednan Lebêkpûr û Riza (paşnavê wî nediyar e) ku berê bi tohmeta "kuştina bi qest" bi darvekirinê hatibûne sizadan, li girtîgeha navendî ya Îlamê hate birêveçûn. Hengawê berê nûçeya darvekirina girtiyek bi navê Bêhrûz Fethulahî belav kiribû.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Sêşemî 17ê Gulana 2025an, sizayê darvekirina Ednan Lebêkpûr û Riza (paşnavê wî nediyar e), her du xelkê Îlamê, li girtîgeha navendî ya Îlamê hate birêveçûn.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, ev du girtiyên Kurd berê di dosyeyên cuda de bi tohmeta kuştina bi zanebûnê hatibûne girtin û piştre ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibûne sizadan.

Hengawê berî niha nûçeya darvekirina girtiyekî din ê bi navê Bêhrûz Fethulahî yê welatiyê Kurd ê xelkê Îlamê belav kiribû. Navbirî jî nêzî pênc sal berî niha bi tohmeta "kuştina bi qest" hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, nûçeya darvekirina van girtiyên Kurd di medyayên hikûmetî û nemaze medyayên nêzî Dezgeha Dadwerî de nehatiye belavkirin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin