Bîcar; Raporek li ser girtina heşt ajotvanên barhilgirên nerazî hevdem digel girevgirtina seranserî

Hengaw; Şemî 31ê Gulana 2025an
Hevdem digel berdewamiya girevgirtina seranserî ya ajotvanên barhilgirên nerazî li Îranê, herî kêm 8 ajotvanên barhilgirên nerazî yên Kurd li bajarê Bîcarê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine girtin.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Înê 23ê Gulana 2025an, herî kêm 8 ajotvanên barhilgirên nerazî yên bi navên Elmas Felahzade, Elî Cebarî, Emîrhusên (Samî) Zulfeqarî, Murteza Mehdîkeremî, Îhsan Xulamî, Hamid Borciyan û Esxer Rizayî li bajarê Bîcarê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine girtin.
Ev ajotvanane ji ber beşdarîkirin li kombûna nerazîbûnê û beşdarîkirin di gireva ajotvanên barhilgiran de li bajarê Bîcarê hatine binçavkirin.
Hengawê berê raporek li ser raftarên çewênerî yên hêzên ewlehî li bajarê Bîcarê û girtina çend ajotvananên nerazî û çalakvanên sendîkayî ji wan Emas Felahzade belav kiribû.
Gireva seranserî ya ajotvanên barhilgiran piştî bangewaza Yekîtiya Damezrawî ya Sendîkayiya Ajotvanan, ji roja 19ê Gulanê ve hate destpêkirin û niha li 130 bajaran berdewam e.