Girevgirtina ajotvanan; Ferzad Rizayî ji ajotvanê maşînên barhilgir ê nerazî li Dîwanderê hate binçavkirin

Hengaw; Şemî 31ê Gulana 2025an
Ferzad Rizayî, ajotvanê barhilgir ê xelkê bajarokê Zerîne yê ser bi Dîwanderê ji ber piştevanîkirin ji girevgirtina berfireh a ajotvanan, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin û bo chekî nexuya hate veguhastin.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Pêncşemî 29ê Gulana 2025an, Ferzad Rizayî, ajotvanê nerazî yê xelkê bajarokê Zerîne di mala xwe de hete girtin.
Ferzad Rizayî piştî tevlîbûn wî bi girevgirtina giştî ya ajotvanan û piştevanîkirin ji hevpîşeyên xwe hatiye binçavkirin.
Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, Ferzad Rizayî piştî binçavkirinê bo cihekî nexuya hatiye veguhastin û heta dema belavbûna vê nûçeyê ti zanyariyek hûr li ser rewaşa navbirî li ber dest nîne.
Girevgirtina seranserî ya ajotvanên barhilgiran îro Şemî 31ê Gulanê, bo dehemîn roj pişt serê hev li zêdetirî 130 bajarên Îranê berdewam bûye.