Bokan; Girtina Efşîn Saidî bi mebesta birêvebirina sizayê girtîgehê

01 June 2025 00:09

Hengaw; Şemî 31ê Gulana 2025an

Welatiyê Kurd ê bi navê Efşîn Saidî yê xelkê bajarê Bokanê ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin û bi mebesta birêvebirina sizayê sê meh girtîgehê bo girtîgeha navendî ya vî bajarî hate veguhastin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 31ê Gulana 2025an, Efşîn Saidî yê xelkê Bokanê ji aliyê hêzên ewlehî ve di mala xwe de hate girtin û bi mebesta birêvebirina sizayê girtîgehê bo girtîgeha navendî ya Bokanê hate veguhastin.

Ev welatiyê Kurd di vê dawiyê de ji aliyê Dadgeha Tawanan a Bokanê ve bi tohmeta “propagende li dijî hikûmetê” bi sê meh girtîgehê hatibû sizadan.

Efşîn Saidî berê li rêkefta 24ê Kanûna 2024an, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve li Bokanê bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî hatibû girtin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin