Girevgirtina ajotvanan; Girtin û nexuyabûna çarenivîsa Eta Uzeyrî, ajotvanê maşînên barhilgir ê nerazî li Dêwulanê

Hengaw; Duşemî 2ê Hezîrana 2025an
Li berdewamiya girtina ajotvanên barhilgir ên nerazî, Eta Uzeyrî yê ajotvanê barhilgir ê xelkê bajarê Dêwulnê ji ber piştevanîkirin ji girevgirtina berfireh a ajotvanan û tevlîbûna wî bi vê girevgirtina seranserî, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaata Komara Îslamî ya Îranê ve li Sine hate girtin û bi derbasbûna hefteyek ji binçavkirina navbirî herwiha çarenivîsa wî nexuya ye.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 25ê Gulana 2025an, Eta Uzeyrî, ajotvanê nerazî yê xelkê bajarê Dêwulanê ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve di mala xwe de li bajarê Sine hete girtin.
Li gorî çavkaniyeke nêzî malbata Uzeyrî, hawlên malbata navbirî ji bo hevdîtin digel Eta Uzeyrî û agehdarbûn ji rewşa vî ajotvanê nerazî bê encam maye û hê jî di girtîgehê de ye.
Ev ajotvane ji ber tevlîbûna wî bi girevgirtina giştî ya ajotvanan û piştevanîkirin ji hevpîşeyên xwe hatiye binçavkirin.
Li gorî Yekîtiya Damezraweyî ya Sendîkayiya Barhilgiran û Ajotvanan, girevgirtina seranserî di yazdehemîn roja xwe de ye û li 130 bajarên Îranê berdewam e.