Birêveçûna sizayê darvekirina pênc girtiyan li girtîgehên Qizilhesar û Hemedanê

02 June 2025 17:51

Hengaw; Duşemî 2ê Hezîrana 2025an

Sizayê darvekirina pênc girtiyan ji wan du girtiyên Kurd yên bi navên Elî Keremî Nesr, Elîriza Şehbazî û Elî Ebasî, Nevîd Hodavend Xanî yê welatiyê Lor û Neîm Nasirî ku berê bi tohmetên “madên hişber û kutina bi qest” di dosyeyên cuda de ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibûne sizadan, li girtîgehên Qizilhesar û Hemedanê hate birêveçûn.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Duşemî 2ê Hezîrana 2025an, sizayê darvekirina du girtiyên Kurd ên xelkê Koyeştê yên bi navên Elîriza Şehbazî yê 45 salî û bavê du zarokan û Elî Kermî Nesr û girtiyek dinê yê bi navê Elî Ebasî yê xelkê Efseriyeya Tehranê li girtîgeha Qizilhesara Kerecê hate birêveçûn.

Elî Ebasî berê bi tohmeta kuştina bi qest, Elîriza Şehbazî û Elî Keremî Nesr jî bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber hatibûne girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibûne sizadan.

Elîriza Şehbazî û Elî Keremî Nesr herî kêm mehek berî niha bo birêvebirina sizayê darvekirinê bo odeya takekesî hatibûne veguhastin, lê sizayê darvekirina wan bo heyameke kêm hatibû rawestan û bo beşa giştî hatibûne veguhastin.

Hevdem sizayê darvekirina du girtiyên dinê yên bi navên Nevîd Hodavend Xanî, welatiyê Lor û Neîm Nasirî ku berê bi tohmta pêwendîdar bi madên hişber bi darvekirinê hatibûne sizadan, li girtîgeha navendî ya Hemedanê hate birêveçûn. Ev du girtiyane jî roja Înê 31ê Gulanê bi mebesta birêvebirina sizayê darvekirinê bo odeyên takekesî hatibûne veguhastin.

Heta dema belavbûna vê raporê, nûçeya darvekirina van girtiyane li medyayên hikûmetî û nemaze medyayên ser bi Dezgeha Dadwerî nehatiye belavkirin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin