Birêveçûna sizayê darvekirina Nasir Nebîzade li girtîgeha navendî ya Urmiyê

03 June 2025 13:41
Hengaw; Sêşemî 3ê Hezîrana 2025an
Sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê bi navê Nasir Nebîzade li girtîgeha navendî ya Urmiyê hate birêveçûn. Navbirî berê bi tohmeta "madên hişber" bi darvekirinê hatibû sizadan.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Sêşemî 3ê Hezîrana 2025an, sizayê darvekirina Nasir Nebîzade yê xelkê gundê "Gejin" ê ser bi bajarê Urmiyê li girtîgeha navendî ya vi bajarî hate birêveçûn.
Nasir Nebîzade berê bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, nûçeya darvekirina vî girtiyê Kurd li medyayên hikûmetî û nemaze medyayên ser bi Dezgeha Dadwerî nehatiye belavkirin.
Source: Hengawê Kurdî