Sizayê darvekirina Azad Şucaî, girtiyê siyasî yê Kurd ji aliyê Dîwana Bilind ve hate piştrastkirin

03 June 2025 21:27

Hengaw; Sêşemî 3ê Hezîrana 2025an

Sizayê darvekirina Azad Şucaî, girtiyê siyasî yê Kurd ê xelkê bajarê Serdeştê û girtî li girtîgeha navendî ya Urmiyê ku berê bi tohmeta "sîxurîkirin bo Îsraîlê û veguhastina keresteyên terorkirina Muhsên Fexrîzade" ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan, ji aliyê Dîwana Bilind ve hate piştrastkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di vê dawiyê de sizayê darvekirina Azad Şucaî yê girtiyê siyasî yê Kurd û kolberê temen 32 salî û xelkê gundê "Dole Germe" yê ser bi bajarê Serdeştê ji aliyê Dîwana Bilind ve bi serokatiya Qasim Husênî Kohkemerî hate piştrastkirin û ji parêzerê wî re hate ragihandin.

Hêjayî gotinê ye ku, ev girtiyê siyasî di heyam girtinê de ji mafên destpêregihîştin bi parêzer û heta hevdîtina bi malbata xwe re hatibû bêparkirin û herwisa di heyama 8 meh binçavkirinê de li vê girtîgehê rastî îşkenceyên dijwar hatibûn û di bin îşkenceyên jiqasderçûyî de hatibû neçarkirin ku îtirafên bi zorê û tohmetên ku li dijî wî hatibû sepandin bikişîne sitûyê xwe û piştî 8 mehan bo girtîgeha navendî ya Urmiyê hatibû veguhastin.

Azad Şucaî digel du welatiyên din ên Kurd bi navên Îdrîs Alî yê xelkê bajarê Serdeştê û Resûl Ehmed Mihemed ê xelkê bajarê Silêmaniyê li Îlona 2023an ji aliyê Taya Duyem a Dadgeha Şoreş a Urmiyê ve bi serokatiya dadwer Qurban Şahînî bi tohmeta “sîxurîkiin bo Îsraîlê” hatibûne dadgehîkirin û di Mijdara heman salê de derçûna sizayê darvekirinê bi fermî ji wan re hatibû ragihandin.

Piştrastkirina sizayê darvekirina van sê girtiyên siyasî yên Kurd roja Sêşemî 5ê Mijdara 2024an, salek piştî derçûna siza û tenê çend roj piştî êrîşên leşkerî û tolhildana Îsraîlê bo ser binkeyên leşkerî yên Îranê, ji aliyê Esxer Cehangîrî, Berdevkê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve hatibû medyayîkirin. Navbirî bi bê îşarekirin bi nasnameya van sê girtiyên Kurd îdia kiribû ku ev sê kesane ji bilî "sîxurîkirinê" li jêr navê qaçaxçîtiya vexwerinên elkolî hewla veguhastina keresteyên terorkirina Muhsên Fexrîzade dane.

Ev sê girtiyên Kurd di Tîrmeha 2023an de,  ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hatibûne girtin û bo girtîgeha vê saziya ewlehî li Urmiyê hatibûne veguhastin.

Esxer Cehangîrî di konferansa xwe ya medyayî de ragihandibû ku, di vê dosyayê de aliyê kêm 8 kes hatine binçavkirin û sê kes ji wan di qonaxa destpêkê de bi darvekirinê hatine sizadan. Ev yeka di halekê de ye ku roja Çarşemî 9ê Kanûna 2020an, Hengawê ragihandibû ku hêzên ewlehî bi hênceta terora Muhsên Fexrîzade Mehabadî, bajarê Banê dorpêç kiribûn û malên xelkê vekolîn kiribûn û zêdetirî 20 kes hatibûne girtin ku Hengawê nasnameya 9 kesan belav kiribû.

Muhsên Fexrîzade Mehabadî ji zanayên navkiya Îranê, roja Înê 27ê Mijdara 2020an, li navçeya Abserda Demawendê li nêzî bajarê Tehranê hate terorkirin û berpirsên Îranê wê demê Îsraîl wekî encamderê vê terorê dabûne nasîn.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin