Girtin û nexuyabûna çarenivîsa Ferhad Kedxudaqadirî li Mehabadê

04 June 2025 11:03

Hengaw; Çarşemî 4ê Hezîrana 2025an

Ferhad Kedxudaqadirî welatiyê Kurd û xelkê bajarê Mehabadê, destpêka vê heftiyê ji aliyê hêzên Îtilaata Spaha Pasdaran ve hate girtin û çarenivîsa wî nexuya ye.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, tevî derbasbûna çar roj ji girtina ciwanê xelkê Mehabadê yê bi navê Ferhad Kedxudaqadirî, lipeyketinên malbata wî ji bo agehdarbûn ji çarenivîs û cihê ragirtina navbirî bê encam maye.

Li gorî gotina çavkaniyeke nêzî malbata Kedxudaqadirî, Ferhad Kedxudaqadirî roja Şemî 1ê Hezîrana 2025an, piştî êrîşa hêzên Îtilaata Spahê bo ser gundê cihê jiyana navbirî li gundê Serçinar, bi bê hebûna ti belgeyên yasayî û bi awayek hovane hatiye girtin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin