Şino; Mecîd Deryayî, girtiyê siyasî yê berê bi girtîgehê hate sizadan

Hengaw; Çarşemî 4ê Hezîrana 2025an
Mecîd Deryayî, welatiyê Kurd û girtiyê siyasî yê berê û xelkê bajarê Şinoyê ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi salek girtîgeha sepiyayî hate sizadan.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Mecîd Deryayî yê xelkê Şinoyê ji aliyê Taya 101 a Dadgeha Tawanan a Duya vî bajarî ve bi tohmeta “çalakîkirin bo girûpên dijberê hikûmetê” bi salek girtîgeha sepiyayî hate sizadan.
Navbirî roja Çarşemî 9ê Nîsana îsal, bo Taya Yek a Dadgeha Giştî û Şoreş a bajarê Şinoyê hatibû gazîkirin û piştî agehdarkirina tohmetên sepiyayî, bi danîna barimteyê bi awayekî demkî heta birêveçûna kombûna dadgehê hatibû azadkirin.
Mecîd Deryayî meha Çileya 2018an tevî 19 kesên din yên bajarê Şinoyê hatibû girtin û piştî sê meh girtîgehê bi danîna barimteya 300 milyon Tumenî bi awayekî demkî hatibû azadkirin.
Navbirî meha Çileya sala 2019an jî, ji aliyê Dadgeha Giştî ya bajarê Şinoyê ve bi tohmeta “hevkarîkirin digel Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê”, bi du sal û şeş meh girtîgehê hatibû sizadan ku ev sizaye di Dadgeha Pêdaçûnê de bo sê meh û deh roj girtîgehê hatibû kêmkirin.
Mecîd Deryayî di dawiyê de roja 3ê Tebaxa 2019an hatibû girtin û bi mebesta birêvebirina sizayê girtîgehê bo girtîgeha navendî ya bajarê Şinoyê hatibû veguhastin û piştî derbaskirina heyama girtîgeha xwe, hatibû azadkirin.