Îlam; Ferac Feraecî, xwediyê nanvaxaneya nerazî ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin

05 June 2025 15:18

Hengaw; Pêncşemî 5ê Hezîrana 2025an

Ferac Ferecî, nanpêjê nerazî li bajarê Îlamê, piştî ku li dijî qutbûna berdewam a elektirîkê û xirabbûna hevîrê nanpêjiyê, bi fermana dozgerê vî bajarî bi tohmeta "têkdana asayişa giştî" hate girtin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 4ê Hezîrana 2025an, Ferec Feracî, welatiyê Kurd û xelkê Îlamê, canbazê %15 û bavê çend zarokên xwedî pêdviyên taybet, ku bi awayekî sembolîk bi nîşandana nerazîbûnê li hember qutbûna elektirîkê, hevîrê xirabbûyî li ber deriyê avahiya parêzgariyê vala kiribû, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, girtina vî nanpêjê nerazî berteknîşndana welatiyên Îlamê û çalakvanên medenî li pey xwe aniye û di encama vê nerazîbûnê de, navbirî bi awayekî demkî hate berdan.

Tevî vê yekê jî, navbirî divê roja Şemî bi mebesta bersivdan bi tohmetên ku li dijî wî hatinî sepandin ji wan "têkdana asayişa giştî" li dadgehê amade bibe.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin