Şino; Hêdî Şadîxwah bi 22 meh girtîgehê hate sizadan

06 June 2025 19:46

Hengaw; Înê 6ê Hezîrana 2025an

Hêdî Şadîxwah, welatiyê Kurd ê xelkê bajarê Şinoyê ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi salek û 10 meh girtîgehê hate sizadan.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Hêdî Şadîxwah yê xelkê gundê “Sîngan” ê ser bi bajarê Şinoyê ji aliyê Taya 101 a Dadgeha Tawanan a Duya vî bajarî ve bi tohmeta “hevkarîkirin digel yek ji pariyên Kurdistanî” bi salek û 2 meh girtîgehê hate sizadan.

Hêdî Şadîxwah li sibêdeha roja Duşemî 30ê Kanûna 2024an, li gundê Sînganê di mala xwe ya malbatî de hatibû girtin.

Berê Hengawê bi weşana raporekê di vê derbarê de nivîsîbû ku, hêzên îdareya Îtilaatê tevî çêkirina rewşeke tirsandinê bi awayekî hovane Hêdî Şadîxwah binçav kiribûn û odeya wî ya takekesî jî vekolîn kiribûn.

Hêdî Şadîxwah, di dawiyê de roja Duşemî 17ê Şibata 2025an, bi danîna barimteya 700 milyon Tumenî bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê ji girtîgehê hatibû berdan.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin