Şino; Riza Îzet Tac careke din ji aliyê saziyên ewlehî ve hate girtin

Hengaw; Yekşemî 8ê Hezîrana 2025an
Riza Îzet Tac, welatiyê Kurd ê xelkê bajarê Şinoyê careke din ji aliyê Wezareta Îtilaata Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin. Navbirî ji ber çalakiyên xwe pêşîneya gazîkirin û binçavkirinê heye.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 8ê Hezîrana 2025, Riza Îzet Tac, xelkê gundê "Şahwane" yê girêdayî bajarê Şinoyê hate girtin.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, Riza Îzet Tac piştî gazîkirin û serdankirin bo îdareya Îtilaata Şinoyê hatiye girtin.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast derbarê sedemên girtin û tohmetên ku li dijî vî welatiyê Kurd hatinî sepandin li ber dest nîne.
Riza Îzet Tac berî niha roja Yekşemî 27ê Hezîrana 2021an, ji aliyê hêzên ewlehî ve li bajarê Şinoyê hatibû girtin.
Ev welatiyê Kurd piştî derbasbûna 13 rojan li 9ê Tîrmeha 2021an, bi danîna barimteyê û bi awayekî demkî ji girtîgehê hatibû berdan.