Birêveçûna sizayê darvekirina Kerîm Hîmetî û Hemze Yarî li girtîgeha navendî ya Kerecê

Hengaw; Duşemî 9ê Hezîrana 2025an
Sizayê darvekirina du girtiyên Kurd ên bi navê Kerîm Hîmetî û Hemze Yarî li girtîgeha navendî ya Kerecê hate birêveçûn. Ev du girtiyên Kurd berê bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber bi darvekirinê hatibûne sizadan.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Duşemî 9ê Hezîrana 2025an, sizayê darvekirina Kerîm Hîmetî yê xelkê bajarê Hersînê yê ser bi Kirmaşanê û Hemze Yarî, xelkê Dulfanê yê girêdayî parêzgeha Loristanê li girtîgea navendî ya Kerecê hate cîbicîkirin.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, Hemze Yarî çar sal berî niha û Kerîm Hîmetî jî pênc sal berî niha bi tohmeta madên hişber hatibûne girtin û bi darvekirinê hatibûne sizadan.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, nûçeya darvekirina van du girtiyên Kurd li medyayên hikûmetî û nemaze medyayên ser bi Dezgeha Dadwerî nehatiye belavkirin.