Birêveçûna sizayê darvekirina Mesûd Nasirî û Erdeşîr Sultanabadî du girtiyên Kurd li girtîgeha Qizilhesara Kerecê

12 June 2025 12:59

Hengaw; Pêncşemî 12ê Hezîrana 2025an

Sizayê darvekirina du girtiyên Kurd yên bi navên Mesûd Nasirî û Erdeşîr Sultanabadî, ku berê bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibûne sizadan, li girtîgeha Qizilhesara Kerecê hate birêveçûn.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Çarşemî 11ê Hezîrana 2025an, du girtiyên Kurd yên bi navên Mesûd Nasirî yê xelkê Kirmaşanê û Erdeşîr Sultanabadî yê xelkê Hersîna girêdayî parêzgeha Kirmaşanê û her du xwîzandar û xwediyê zarokan, li girtîgeha Qizilhesara Kerecê hatine darvekirin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ev du girtiyane ku her du xizmê hev in, berê bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber hatibûne girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibûne sizadan.

Heta dema belavbûna vê raporê, nûçeya darvekirina van du girtiyên Kurd li medyayên hikûmetî û nemaze medyayên ser bi Dezgeha Dadwerî nehatiye belavkirin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin