Newsûd; Kolberek ciwan ê bi navê Mihemed Rehîmî bi teqeya hêzên hikûmetî hate kuştin

25 May 2025 16:54
Hengaw; Yekşemî 25ê Gulana 2025an
Mihemed Rehîmî, kolberê ciwan ê xelkê bajarê Pawe yê ser bi parêzgeha Kirmaşanê, bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên komara Îslamî ya Îranê li devera sînorî ya “Dirole” ya ser bi Newsûdê hate kuştin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Yekşemî 25ê Gulana 2025an, Mihemed Rehîmî, kolberê xelkê “Banewer” ê girêdayî bajarê Pawe bi teqeya hêzên sînorî hate kuştin.
Hengaw hatiye agehdarkirin ku, ev kolberê ciwan ku xwîzandar û bavê zarokek kêmtemen e, li ser sînorê “Dirole” yê ser bi Newsûdê hatiye kuştin.
Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, termê Mihemed Rehîmî bo pizîşkî yasayî li bajarê Pawe hatiye veguhastin û heta niha bi malbata wî re nehatiye radestkirin.
Source: Hengawê Kurdî