Bi tawannasandina nîşandana kêfxweşiya hevwelatiyan derabrê şerê navbera Komara Îslamî ya Îran û Îsraîlê

15 June 2025 13:56

Hengaw; Yekşemî 15ê Hezîrana 2025an

Di halekê de ku şerê navbera Komara Îslamî ya Îran û Îsraîlê sêyemîn roja xwe derbas dike, Dozgeriya parêzgeha Sine ragihandiye ku, nîşandana her şêwe kêfxweşiyek derheq bi vê mijarê di nav torên civakî de bi tawan tê pênasekirin û şopandina yasayî bo tê kirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Dozgeriya parêzgeha Sine bi şandina kurtenameyek li derheq “nîşandana kêfxweşî û handan bi mebesta têkdana asayişê” ku hatiye binavkiriye, li derheq nîşandana helwêstên hevwelatiyan li ser şerê Îran û Îsraîlê gef xwariye.

Di vê kurtenameyê de tekezî li ser wê yekê hatiye kirin ku, berhemanîna naverokên ku dibe sedema “têkdana asayişa giştî” bi tawan tê naskirin û lipeyketinên yasayî bo têne kirin, û her ji ber vê yekê pêwîst e ku di zûtirîn dem de bêne reşkirin.

Her di vê derheqê de, medyayên Komara Îslamî ya Îranê ragihandine ku, pênc hevwelatî û rûniştiyên bajarê Yezdê ji ber “têkdana raya giştî û hewla wênegirtin ji şûnên qatbendîkirî” hatine girtin.

Hevdam Saziya Îtilaata Spaha Pasdaran li derheq “her şêwe kiryareke kultûrî, medyayî, propagende û hevkarîkirin bi mebesta piştrastkirin yan bihêzkirin û aramiya” Îsraîlê ku bi nav kiriye, hişyarî dabû.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin