Dîwandere; Fuad Muradî careke din hate girtin

16 June 2025 13:10

Hengaw; Duşemî 16ê Hezîrana 2025an

Fuad Muradî, welatiyê Kurd ê xelkê Dîwanderê ji aliyê îdareya Îtilaata Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin. Navbirî berê jî, ji ber çalakiyên xwe hatibû girtin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 15 Hezîrana 2025an, Fuad Muradî yê xelkê gundê "Kêlekewe" ê ser bi bajarê Dîwanderê, piştî gazîkirin bo îdareya Îtilaatê hatiye girtin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast derbarê sedemên girtinê û herwiha tohmetên ku li dijî vî welatiyê hatinî sepandin li ber dest nîne.

Hêjayî gotinê ye ku, Fuad Muradî roja Şemî 7 Îlon 2024an, ji aliyê hêzên Îtilaata Spaha Pasdaran ve li bajarê Dîwanderê hatibû girtin û piştî midehekê ji girtîgehê hatibû berdan.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin