Xoy; Girtina Emîn Seidûyî, welatiyê Kurd ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve

19 June 2025 11:38

Hengaw; Pêncşemî 19ê Hezîrana 2025an

Welatiyê Kurd ê xelkê navçeya "Kotol" a ser bi bajarê Xoyê yê bi navê Emîn Seidûyî, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaata ve bi awayekî tundûtîjî li vî bajarî hate girtin û bo cihekî nediyar hate veguhastin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Sêşemî 17ê Hezîrana 2025, Emîn Seidûyî yê temen 43 salî û xelkê gundê "Tarîmîş" ê ser bi navçeya Kotol a girêdayî bajarê Xoyê, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve bi awayekî hovane li vî bajarî hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên îdareya Îtilaatê, ev welatiyê Kurd bi bê hebûna ti belgeyeke dadwerî û bi awayekî hovane li şeqameke vî bajarî lê xistine û binçav kirine; bi awayekî ku ev kiryare bûye sedema tirs û dilgiraniya xelkê.

Tevî lipeyketinên malbata vî welatiyê Kurd derheq agehdarbûn ji çarenivîs û rewşa tenduristiya navbirî, heta niha saziyên ewlehî xwe ji dana her cure bersiveke zelel dûr girtine.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast derbarê tohmetên ku li dijî navbirî hatinî sepandin, cihê ragirtin û çarenivîsa vî welatiyê Kurd li ber dest nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin