Girtina Sirûş Yûsifzade ji aliyê hêzên ewlehî ve li bajarê Mehabadê

20 June 2025 19:17
Hengaw; Înê 20ê Hezîrana 2025an
Sirûş Yûsifzade, welatiyê Kurd ê xelkê bajarê Mehabadê, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Pêncşemî 19ê Hezîrana 2025, Sirûş Yûsifzade yê welatiyê Kurd di mala xwe de li Mahabadê hate girtin.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehî dest danîne ser hin kelûpelên Sirûş Yûsifzade û herwiha telefona bav û birayê wî jî.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast ji sedemên girtin, cihê ragirtin û herwiha tohmetên ku li dijî vî welatiyê Kurd hatinî sepandin li ber dest nîne.
Source: Hengawê Kurdî