Mehabad; Sê welatiyên Kurd ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine girtin

20 June 2025 22:26

Hengaw; Înê 20ê Hezîrana 2025an

Îsmayîl Îsmayîlpûr, Sirûş Yûsifzade û Mêhran Xedîrîpûr, sê welatiyên Kurd ên xelkê bajarê Mehabadê, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaata Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Pêncşemî 19ê Hezîrana 2025an, Sirûş Yûsifzade û Mêhran Xedîrîpûr, du Welatiyên Kurd di malên xwe de li bajarê Mehabadê hatine girtin.

Berê li êvareya roja Çarşemî 18ê Hezîranê, hêzên îdareya Îtilaatê di hewleke neserkeftî de ji bo binçavkirina Mêhran Xedîrîpûr êrîş kiribûne ser mala navbirî.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehî dest danîne ser hin kelûpelên Sirûş Yûsifzade û herwiha telefona bav û birayê wî jî.

Herwiha demjimêr 2ê sibêdeha roja Çarşemî 18ê Hezîranê, Îsmayîl Îsmayîlpûr ê temen 60 salî û xelkê bajarê Mehabadê di mala xwe de hate girtin.

Li gorî çavkaniyeke nêzî malbata Îsmayîl Îsmayîlpûr, ev welatiyê Kurd piştî binçavirinê bo girtîgeha Urmiyê hatiye veguhastin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast ji sedemên girtin û herwiha tohmetên ku li dijî van welatiyên Kurd hatinî sepandin li ber dest nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin