Bokan; Girtina Bêhrûz Yezdanpanah, welatiyê Kurd ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve

21 June 2025 13:33

Hengaw; Şemî 21ê Hezîrana 2025an

Welatiyekî Kurd ê xelkê bajarê Bokanê yê bi navê Bêhrûz Yezdanpenah, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve bi awayekî tundûtîjî li vî bajarî hate girtin û bo girtîgeheke ewlehî li Urmiyê hate veguhastin. Navbirî di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî de jî hatibû girtin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Pêncşemî 19ê Hezîrana 2025, Bêhrûz Yezdanpenah ê temen 56 salî û xelkê bajarê Bokanê, di meşa êrîşa hêzên îdareya Îtilaatê de bo ser mala wî û bi awayekî hovane hate girtin û bo girtîgeheke ewlehî li Urmiyê hate veguhastin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên îdareya Îtilaatê bi bê hebûna ti belgeyke yasayî û bi lêdan û kutanê Bêhrûz Yezdanpenah û hevjîna wî binçav kirine.

Ev welatiyê Kurd berê roja Çarşemî 23ê Cotmeha 2022an, piştî rêûresma çileya Jîna Emînî, ji aliyê hêzên hikûmetî ve li Seqizê hatibû revandin û piştî du hefteyan di 9ê Mijdarê de, bo girtîgehekê Tehranê hatibû veguhastin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyeke serast derbarê sedemên girtin, tohmetên ku li dijî vî welatiyê Kurd hatinî sepandin û çarenivîsa wî li ber dest nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin