Girtina heft welatî li bajarê Mehabadê ji aliyê hêzên ewlehî ve

Hengaw; Şemî 21ê Hezîrana 2025an
Keywan Mame Gulî, Umîd Reş, Esed Resûlzade, Nûredîn Dûdkanlû Mîlan, Sirûş Yûsifzade, Mêhran Xedîrpûr û Pûriya Nesîrî, heft welatiyên Kurd yên xelkê Mehabadê ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 21ê Hezîrana 2025an, Umîd Reş, Esed Resûlzade, Nûredîn Dûdkanlû Mîlan yên xelkê gundê “Kose Kerêz” yê ser bi Mehabad ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine girtin û bo cihekî nexuya hatine veguhastin.
Roja Pêncşemî 19ê Hezîrana 2025an jî, Keywan Mame Gule yê xelkê navçeya Guwêgtepe ya ser bi Mehabadê û sê welatiyên din ên xelkê Mehabadê yên bi navên Sirûş Yûsifzade û Mêhran Xedîrîpûr û Pûriya Nesîrî, xwendekarê masterî yê warê maf li zanîngeha Azada Îslamî li vî bajarî hatine girtin.
Di vê navberê de, hêzên ewlehî dest danîne ser hin kelûpelên Sirûş Yûsifzade û herwiha dest bi ser telefona bav û birayê wî de jî girtine.
Girtina van welatiyan bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî û di hin haletan de jî bi êrîş û çêkirina keşeke tirsandinê li demjimêrên destpêkî yên sibêdehê ji aliyê hêzên ewlehî ve bûye.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast ji sedemên girtin û herwiha tohmetên ku li dijî vî welatiyê Kurd hatinî sepandin li ber dest nîne.