Mehabad: Çar welatiyên din ji aliyê hêzên ewlehî hatin girtin û hejmara girtiyan giha bi 11 kesan

21 June 2025 22:24

Hengaw; Şemî 21ê Hezîrana 2025an

Şaho Mehmûdî, Soran Seferî û du bira yên bi navên Xalid Bekirî û Mihemed Bekirî, welatiyên Kurd û xelkê Mehabadê ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin û bo cihekî nexuya hatine veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 21ê Hezîrana 2025an, Şaho Mehmûdî, Soran Seferî, Xalid Bekirî yê temen 47 salî û Mihemed Bekirî yê temen 44 salî û bavê du zarokan û xelkê bajarê Mehabadê hatine girtin.

Girtina van welatiyane bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî û tevî êrîş û çêkirina keşeke tirsandinê ji aliyê hêzên ewlehî ve bûye.

Mihemed Bekirî berê roja Duşemî 30ê Kanûna 2024an û Xalid Bekirî rojek beriya wî ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hatibûne girtin û piştî heyamekê ji girtîgehê hatibûne azadkirin.

Hêjayî gotinê ye ku, Hengawê berî vê nûçeyê ragihandibû ku heft welatiyên dinê yên xelkê Mehabadê yên bi navên Umîd Reş, Esed Resûlzade, Nûredîn Dûdkanlû Mîlan, Keywan Mame Gulî, Sirûş Yûsifzade, Mêhran Xedîrpûr û Pûriya Nesîr hatine girtin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast ji sedemên girtin, cihê ragirtina wan û herwiha tohmetên ku li dijî van welatiyên Kurd hatinî sepandin li ber dest nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin