Merîwan; Sermed Secadî, zarokê 9 mehî ji ber parçeya gulle ya berevaniya esmanî ya Spaha Pasdaran canê xwe ji dest da

Hengaw; Şemî 21ê Hezîrana 2025an
Sermed Secadî, zarokê 9 mehî û xelkê Merîwanê bi sedema parçeya gulleya hatî avêtin a berevaniya esmanî ya Spaha Pasdaran a Komara Îslamî ya Îranê canî xwe ji dest da. Herwisa Luqman Secadî, bavê vî zarokê qurabî jî bi dijwarî ji aliyê milê xwe ve hatiye birîndarkirin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Înê 20ê Hezîrana 2025an, Sermed Secadî, zarokê xelkê Merîwanê bi teqeya berevaniya esmanî ya Spaha Pasdaran li gundê “Deretifê” yê ser bi Merîwanê canê xwe ji dest da.
Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, malbata vî zarokê qurbanî ku rûniştiyê Merîwanê ne, roja Înê çûbûne gundê Deretifê û li hember mala yek ji xizmên xwe rastî parçeya gulle ya berevaniya esmanî ya Spaha Pasdaran hatine.
Vê çavkaniyê herwisa daye zanîn ku, di encama vê bûyerê de, Sermed Secadî piştî lêketina parçeyê gulle bi serê wî her demûdest canê xwe ji dest daye û bavê wî jî, Luqman Secadî ji hêla milê xwe ve hatiye birîndarkirin û bo tedawiya pizîşkî bo yek ji dermanxaneyên Tehranê hatiye veguhastin.
Pêka gotina xelkê vê navçeyê, ev gulleya hatî avêtin ji binkeya Spaha Pasdaran a Komara Îslamî ya Îranê li gundê “Beyele” bo armanceke nexuya hatiye avêtin.
Hengawê berê li derheq veguhastina cebilxaneyên zêde yên leşkerî bo nêzî şûnên nîştecihbûna xelkê ji aliyê Spaha Pasdaran ve û bikaranîna xelkê sivîl wek mertala mirovî, hudşdarî dabû.