Girtîgeha Şino; Sizayê salek girtîgehê bi ser Mihemed Resûlpûr de hate sepandin

Hengaw; Yekşemî 25ê Gulana 2025an
Mihemed Resûlpûr ê welatiyê Kurd û xelkê Şinoyê ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve salek sizayê girtîgehê bi ser de hate sepandin. Navbirî di niha de bi mebesta derbaskirina sizayê xwe yê berê di girtîgeha Şinoyê de ye.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Mihemed Resûlpûr ê temen 52 salî ji aliyê Taya 101 a Dadgeha Tawanên Du ya Şinoyê ve bi serokatiya dadwer Elî Ensarî bi tohmeta “propagende li dijî hikûmetê” 4 meh girtîgeh û bi tohmeta “hevkarîkirin digel Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê” bi 8 meh girtîgehê hatiye sizadan.
Kombûna dadgehîkirina Mihemed Resûlpûr, roja Şemî 12ê Nîsana 2025an, bi awayekî vîdiyo konferansê hatibû birêveçûn. Navbirî hevdem bo heyama şeş mehan ji mirexesiyê hatiye bêparkirin.
Mihemed Resûlpûr, roja Şemî 16ê Mijdara 2024an, bo birêvebirina 2 sal sizayê girtîgehê hatibû girtin û bo girtîgeha navendî ya vî bajarî hatibû veguhastin.
Mihemed Resûlpûr berê ji aliyê Dadgeha Şoreş a vî bajarî ve bi serokatiya dadwer "Elî Ensarî" bi tohmetên "endam û hevkarîkarin bi Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê re" bi 2 sal girtîgehê hatibû sizadan. Sizayê du sal girtîgeha vî welatiyê Kurd di dawiyê de bi salek û şeş meh girtîgehê hatiye kêmkirin.
Hêjayî gotinê ye ku, Mihemed Resûlpûr, sibêdeha roja Çarşemî 4ê Tîrmeha 2024an, li meşa êrîşa hêzên îdareya Îtilaatê bo ser mala wî li gundê “Kone Qela”yê bi awayekî tundûtîjî hatibû girtin.
Navbirî di dawiyê de piştî du hefteyan ji binçavkirinê roja Yekşemî 14ê Tîrmehê bi danîna barimteya 600 milyon Tumenî bi awayekî demkî û heta dawî qonaxên dadgehê ji girtîgeha navendî ya Şinoyê hatibû berdan.