Merîwan; Girtin û nexuyabûna çarenivîsa Eyûb Darberzîn

26 June 2025 19:10

Hengaw; Pêncşemî 26ê Hezîrana 2025an

Eyûb Darberzîn, welatiyê Kurd ê xelkê Merîwanê piştî gazîkirin bo Îtilaata Spaha Merîwanê, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin û bi derbasbûna pênc roj ji binçavkirina navbirî ti zanyariyek derheq çarenivîsa wî li ber dest nîne.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 22ê Hezîrana 2025an, Eyûb Darberzîn yê temen 35 salî û rahênerê leşciwaniyê yê xelkê bajarê Merîwanê, piştî gazîkirin bo Îtilaata Spaha vî bajarî hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin û bi derbasbûna pênc roj ji binçavkirina navbirî ti zanyariyek derheq çarenivîsa wî li ber dest nîne.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, Eyûb Darberzîn tenê çend demjimêran piştî belavkirina storiyekê li ser tora civakî ya Înstagramê derbarê şerê di navbera Îsraîl û Îranê de, ji aliyê Îtlaata Spahê ve bi rêya pêwendiyeke telefonî ve hatiye gazîkirin û piştre hatiye binçavkirin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast ji tohmetên ku li dijî wî hatinî sepandin, çarenivîs û cihê ragirtina vî welatiyê Kurd li ber dest nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin