Mehabad; Girtin û nexuyabûna çarenivîsa Mihemed Lutfîfer

Hengaw; Înê 27ê Hezîrana 2025an
Welatiyekî Kurd ê xelkê Mehabadê yê bi navê Mihemed Lutfîfer, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaata Komara Îslamî ya Îranê ve li vî bajarî hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin û bi derbasbûna hefteyek ji binçavkirina navbirî ti zanyariyek derheq çarenivîsa wî li ber dest nîne.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Înê 20ê Hezîrana 2025an, Mihemed Lutfîfer yê temen 23 salî û xelkê bajarê Mehabadê, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaata Komara Îslamî ya Îranê ve li vî bajarî hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin û bi derbasbûna hefteyek ji binçavkirina navbirî ti zanyariyek derheq çarenivîsa wî li ber dest nîne.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên îdareya Îtilaatê piştî binçavkirina vî welatiyê Kurd, êrîş kirine ser mala wî û vekolîn kirine û dest danîne ser trombêla wî.
Hêjayî gotinê ye ku, tevî derbasbûna hefteyek ji binçavkirina vî welatiyê Kurd û lipeyketinên berdewam ên malbata wî, ti zanyariyek serast ji çarenivîs û cihê ragirtina navbirî li ber dest nîne û saziyên ewlehî ti bersiveke rohn di vê derbarê de nedane wan.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast ji sedemên girtin, tohmetên ku li dijî wî hatinî sepandin, çarenivîs û cihê ragirtina vî welatiyê Kurd li ber dest nîne.