Mehabad; Girtin û nexuyabûna çarenivîsa Rehman Mam Îsmayîl

27 June 2025 18:45

Hengaw; Înê 27ê Hezîrana 2025an

Welatiyekî Kurd ê xelkê Mehabadê yê bi navê Rehman Mam Îsmayîl, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaata Komara Îslamî ya Îranê ve li vî bajarî hate girtin û bi derbasbûna heşt roj ji binçavkirina navbirî ti zanyariyek derheq çarenivîsa wî li ber dest nîne.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Înê 20ê Hezîrana 2025an, Rehman Mam Îsmayîl yê temen 40 salî û xelkê gundê "Qizilce" yê ser bi bajarê Mehabadê, li meşa êrîşa hêzên îdareya Îtilaatê bo ser mala wî hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin û bi derbasbûna heşt roj ji binçavkirina navbirî ti zanyariyek derheq çarenivîsa wî li ber dest nîne.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên îdareya Îtilaatê ev welatiyê Kurd bi bê hebûna ti balgeyeke yasayî di mala wî de binçav  kirine û dest danîne ser telefon û Leptoba wî.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast ji tohmetên ku li dijî wî hatinî sepandin, çarenivîs û cihê ragirtina vî welatiyê Kurd li ber dest nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin