Nexede; Girtina şeş welatiyên Kurd ji aliyê hêzên ewlehî ve

27 June 2025 18:52

Hengaw; Înê 27ê Hezîrana 2025an

Şeş welatiyên Kurd ên xelkê bajarê Nexedê yên bi navên Kawe Qadirî, Emîn Başûkî, Rehman Xalxalî, Ferhad Kanada, Saman Seyîdmehmûdiyan û Saman Kakememî, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin û bo cihekî nexuya hatine veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Pêncşemî 26ê Hezîrana 2025an, Saman Seyîdmehmûdiyan ê temen 30 salî û Saman Kakememî yê temen 31 salî li bajarê Nexedê bi awayekî tundûtîjî, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hatine girtin.

Herwiha roja Sêşemî 24ê Hezîranê jî, çar welatiyên din ên Kurd bi navên Kawe Qadirî, Emîn Başûkî, Rehman Xalxalî û Ferhad Kanada li bajarê Nexedê ji aliyê van hêzan ve hatine girtin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, Saman Kakememî derçûyê beşa civaknasiyê ye û nexweşiya şekirê heye.

Lipeyketinên malbata van welatiyên Kurd derheq agehdarbûn ji çarenivîsa wan bê encam maye û zanyariyên derheq sedemên girtin û tohmetên ku li dijî wan hatinî sepandin nexuya ye.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin