Girtin û nexuyabûna çarenivîsa Mîlad Rehîmî û Hadî Rehîmî, du birayên xelkê Seqizê

Hengaw; Înê 27ê Hezîrana 2025an
Mîlad Rehîmî û Hadî Rehîmî, du birayên xelkê Seqizê, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve li vî bajarî hatine girtin û bo cihekî nexuya hatine veguhastin û bi derbasbûna şeş roj ji binçavkirina wan ti zanyariyek derheq çarenivîsa wan li ber dest nîne.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 22ê Hezîrana 2025an, du birayên xelkê bajarê Seqizê yên bi navên Mîlad Rehîmî yê temen 22 salî û Hadî Rehîmî yê temen 33 salî, li meşa êrîşa hêzên ewlehî bo ser mala wan li Seqizê hatine girtin û bo cihekî nexuya hatine veguhastin û bi derbasbûna şeş roj ji binçavkirina wan ti zanyariyek derheq çarenivîsa wan li ber dest nîne.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehî ev du birayane demjimêr 5ê sibêdehê bi bê hebûna ti balgeyeke yasayî li mala wan li şeqama Fexrazî ya Seqizê binçav kirine.
Hêjayî gotinê ye ku, dayîka wan du birayan kor e û li dema binçavkirina her du kurên wê, ji ber kirîza dil li nexweşxaneyê ye.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast ji sedemên girtin, tohmetên ku li dijî wan hatinî sepandin, çarenivîs û cihê ragirtina van du welatiyê Kurd li ber dest nîne.