Şerê li dijî civakê piştî agirbesta digel Îsraîlê; Azad Reinayî bi teqeya hêzên Spahê li Sine hate kuştin

27 June 2025 21:34

Hengaw: Înî 27ê Hezîrana 2025an

Azad Reinayî, welatiyê Kurd ê xelkê bajarê Sine, bi teqeya rasterast a hêzên Spaha Pasdaran a Komara Îslamî ya Îranê li xaleke lêkolînê di nav vî bajarî de hate kuştin. Hikûmet di heyama rojên borî de, piştî agirbesta digel Îsraîlê, pêlek ji tirs û serkutkirina xelkê daye destpêkirin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvareya roja Pêncşemî, 26ê Hezîrana 2025, Azad Reinayî yê xelkê bajarokê Dûşan ê ser bi bajarê Sine ji aliyê hêzên Spaha Pasdaran ve hate kuştin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, Azad Reinayî di halekê de ku bi motorsîkletê bûye, li xala lêkolînê ya li ser rêya Merîwan bo Sinê hatiye rawestandin.

Heta niha ti navendên ewlehî, dadwerî û întizamî yên Komara Îslamî ya Îranê li ser Azad Reinayî nûçeyek li ser Azad Rreinayî belav nekirine û berpirsiyaretiya kuştina navbirî nekêşane stûyê xwe.

Komara Îslamî ya Îranê, hevdem digel destpêkirina êrîşa Îsraîlê ya di 13ê Hezîranê de, ji bilî encamdan cinayetên şer û çêkirina mertalên mirovî, bi armanca tirsandin û rêgirtin ji her cure xwenîşadanekê, dest bi girtinên girseyî, îşkencekirina girtiyan û teqekirina rasterast kiriye.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin