Pîranşar; Girtin û nexuyabûna çarenivîsa Ariyan Meşayix

22 June 2025 15:51

Hengaw; Yekşemî 22ê Hezîrana 2025an

Welatiyekî Kurd ê xelkê Pîranşarê yê bi navê Ariyan Meşayix, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve li vî bajarî hate girtin û bi derbasbûna çar roj ji binçavkirina navbirî ti zanyariyek derheq çarenivîsa wî li ber dest nîne.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê ve, roja Pêncşemî 19ê Hezîrana 2025an, Ariyan Meşayix ê xelkê gundê "Girdrehmat" ê ser bi bajarê Pîranşarê, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin û bi derbasbûna çar roj ji binçavkirina navbirî ti zanyariyek derheq çarenivîsa wî li ber dest nîne.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehî bi bê nîşandana her cure belgeyeke yasayî ev welatiyê Kurd binçav kirine.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast ji sedemên girtin, tohmetên ku li dijî wî hatinî sepandin, çarenivîs û cihê ragirtina vî welatiyê Kurd li ber dest nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin