Girtin û nexuyabûna çarenivîsa çar welatiyên Kurd li Mehabad, Bokan, Seqiz û Merîwanê

Hengaw; Înê 27ê Hezîrana 2025an
Çar welatiyên Kurd ên bi navên Nasir Eliyasî yê xelkê Mehabadê, Eyûb Xusrewzade yê xelkê Bokanê, Umîd Ebîdîxwah yê xelkê Seqizê û Hêmin Rencber yê xelkê Merîwanê ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin û bo cihekî nexuya hatine veguhastin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 22ê Hezîrana 2025an, Nasir Eliyasî yê xelkê gundê “Beytas” ê ser bi Mehabadê, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin û bi derbasbûna şeş roj ji binçavkirina wî ti zanyariyek derheq çarenivîsa navbirî li ber dest nîne.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehî ev welatiye di mala wî de û bi bê hebûna ti balgeyeke yasayî binçav kirine.
Roja Pêncşemî 19ê Hezîranê, du welatiyên Kurd ên bi navên Umîd Ebdîxwah ê xelkê Seqizê û Hêmin Rencber ê temen 29 salî û xelkê Merîwanê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine girtin û çarenivîsa wan xuya nîne.
Herwisa roja Înê 20ê Hezîranê, Eyûb Xusrewzade yê temen 35 salî û xelkê Bokanê, li encama êrîşa hêzên ewlehî bo ser mala wî hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin û bi derbasbûna heşt roj ji binçavkirina navbirî ti zanyariyek li ser rewşa wî ber dest nîne.
Pêka çavkaniyeke agehdar, hêzên îdareya Îtilaatê bi bê nîşandana her cure belgeyeke yasayî hewal girtina van çend welatiyên Kurd dane û heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast ji sedemên girtin, tohmetên ku li dijî wan hatinî sepandin, çarenivîs û cihê ragirtina van welatiyên Kurd li ber dest nîne.