Urmiye; Sê endamên malbateke Kurd bi awayekî tundûtîjî hatine girtin

28 June 2025 21:23

Hengaw; Şemî 28ê Hezîrana 2025an

Sê welatiyên Kurd ên bi navên Bextiyar Ezîzî, Efşîn Ezîzî û Kako Ezîzî, endamên malbateke bajarê Urmiyê, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve bi awayekî hovane hatine binçavkirine û bi derbasbûna pênc roj ji binçavkirina wan çarenivîsa du kes ji wan hê jî diyar nîne.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, demjimêr 3ê sibêdeha roja Sêşemî 24ê Hezîrana 2025an, du birayên Kurd ên bi navên Efşîn Ezîzî û Kako Ezîzî digel birazayê wan ê bi navê Bextiyar Ezîzî ên xelkê bajarokê Dizeya Mirgewer hatine girtin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehî bi nêzî bîst tirombêlan êrîş kirine ser mala Bextiyar, Efşîn û Kako Ezîzî û bi lêdan û kutanê ew binçav kirine.

Hengaw hatiye agehdarkirin ku, Bextiyar Ezîzî di heman rojê de hatibû berdan û ti zanyariyek derheq qedera van du birayan li ber dest nîne.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast ji sedemên girtin, cihê ragirtin û tohmetên ku li dijî van sê welatiyên Kurd hatinî sepandin li ber dest nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin