Mehabad; Girtin û nexuyabûna çarenivîsa sê welatiyên Kurd ji aliyê hêzên ewlehî ve

Hengaw; Şemî 28ê Hezîrana 2025an
Rêbwar Mistefazade, Hejar Esedpûr û Keywan Aştab, welatiyên Kurd ên xelkê Mehabadê, ji aliyê hêzên îdareya Îtlaatê ya Komara Îslamî ya Îranê ve hatin girtin û bo cihekî nediyar hatin veguhastin.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Duşemî 23ê Hezîrana 2025an, Rêbwar Mistefazade yê 41 salî û xelkê Mehabadê û rahênerê topa pê li vî bajarî hate girtin û bo cihekî nediyar hate veguhastin û piştî derbasbûna pênc rojan, ti zanyariyek li derheq çarenivîsa wî ber dest nîne.
Roja Înê 20ê Hezîrana 2025an, Hejar Esedpûr ê temen 27 salî û persenolê Heyva Sor a Mehabadê li cihê karê xwe li binkeya Hawarhatina Bilez a Darelek ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hate girtin.
Hevdem û her li vî bajarî Keywan Aştab ê temen 29 salî û persenolê beşa orjansê ya nexweşxaneya Mehabadê li cihê karê xwe ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin.
Ev welatiyane bi bê her cure belgeyeke yasayî ji aliyê hêzên Îtilaatê ve hatine girtin û heta niha ji mafê pêwendiya telefonî bi malbata xwe re û destpêregihîştin bi parêzer hatine bêparkirin.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast ji sedemên girtin, cihê ragirtin û tohmetên ku li dijî van welatiyên Kurd hatinî sepandin li ber dest nîne.