Bane; Du kolberên Kurd bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetî hatine kuştin û birîndarkirin

Hengaw; Yekşemî 29ê Hezîrana 2025an
Seywan Ebdulahzade, kolberê ciwan ê xelkê bajarê Banê bi teqeya rasterast a hêzên Komara Îslamî ya Îranê li ser sînorê vî bajarî jiyana xwe ji dest da û kolberek din ê bi navê Husên (paşnavê wî nediyar e), xelkê bajarê Seqizê jî hatiye birîndarkirin.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêha roja Şemî 28ê Hezîrana 2025an, Seywan Ebdulahzade, kolberê temen 20 salî û xelkê gundê "Hewttaş" ê ser bi bajarê Bane, bi gulleyên hêzên hikûmetî hate kuştin û Husên, kolberê xelkê gundê "Kêleşîn" ê girêdayî bajarê Seqizê jî hate birîndarkirin.
Ev du kolberên Kurd li bilindahiyên sînorê "Avper" ê Hewttaşê bi bê agehdarkirina berê bi teqeya rasterast hatine armanckirin.
Di heman demê de, 10 hespên ji aliyê hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine kuştin.