Bokan; Girtin û nexuyabûna çarenivîsa Bêhrûz Şerîfiyan

Hengaw; Yekşemî 29ê Hezîrana 2025an
Bêhrûz Şerîfiyan, welatiyê Kurd ê xelkê bajarê Bokanê ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve li vî bajarî hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin û bi derbasbûna 12 roj ji binçavkirina navbirî ti zanyariyek derheq çarenivîsa wî li ber dest nîne.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 18ê Hezîrana 2025an, Bêhrûz Şerîfiyan ê temen 30 salî û xelkê bajarê Bokanê û bavê zarokekê, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve li vî bajarî hatiye girtin û bo cihekî nexuya hatiye veguhastin û bi derbasbûna 12 roj ji binçavkirina navbirî ti zanyariyek derheq çarenivîsa wî li ber dest nîne.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên îdareya Îtilaatê ev welatiyê Kurd bi bê hebûna ti balgeyeke yasayî binçavkirine û lipeyketinên malbata vî welatiyê Kurd heta niha bê encam maye û saziyên ewlehî xwe ji dana her cure bersiveke rohn di vê derbarê de dûr digrin.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast ji sedemên girtin, tohmetên ku li dijî wî hatinî sepandin, çarenivîs û cihê ragirtina vî welatiyê Kurd li ber dest nîne.