Girtin û nexuyabûna çarenivîsa Elîriza Xalidî, welatiyê Kurd ê xelkê Urmiyê

29 June 2025 22:52

Hengaw; Yekşemî 29ê Hezîrana 2025an

Di berdewamiya pêla girtina welatiyên Kurd de li bajarên cuda ên Kurdistanê, Elîriza Xalidî, ciwanê xelkê devera Soma û Biradosta Urmiyê, ji aliyê hêzên ewlehî ve li vî bajarî hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 25ê Hezîrana 2025an, piştî agirbesta di navbera Îsraîl û Îranê de, Elîriza Xalidî yê xelkê gundê "Hesenava" ê ser bi devera Soma û Biradosta Urmiyê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin.

Li gorî çavkaniyeke nêzî malbata Elîriza Xalidî, ev ciwanê temen 22 salî bi bê hebûna ti balgeyeke yasayî hatiye binçavkirin û heta niha tevî lipeyketinên malbata navbirî ti zanyariyek derheq çarenivîsa wî li ber dest nîne.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast ji sedemên girtin, tohmetên ku li dijî wî hatinî sepandin, çarenivîs û cihê ragirtina vî welatiyê Kurd li ber dest nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin