Berdewamiya pêla serkutkirinê li Kurdistanê; Girtina pênc welatiyên Kurd li bajarê Merîwanê ji aliyê hêzên ewlehî ve

Hengaw; Duşemî 30ê Hezîrana 2025an
Îhsen Osmanî, Hemze Osmanî, Ebdulah Baxe, Umîd Baxe û Ramiyar Rizayî, welatiyên Kurd ên xelkê bajarê Merîwanê ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îsalmî ya Îranê ve hatine girtin û bo cihekî nexuya hatine veguhastin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 29ê Hezîrana 2025an, Îhsen Osmanî yê temen 22 salî, Hemze Osmanî yê temen 24 salî, Ebdulah Baxe yê temen 35 salî, Ramiyar Rizayî yê temen 25 salî û Umîd Baxe yê temen 30 salî û xelkê gundê "Derenaxê" yê ser bi bajarê Merîwanê hatine girtin.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehî di dema binçavkirina van welatiyan de mala wan vekolîn kirine û gef li endamên malabata wan xwarine.
Heta niha ti zanyariyek serast ji sedemên girtin, tohmetên ku li dijî wan hatinî sepandin û cihê ragirtina van welatiyên Kurd li ber dest nîne.
Digel destpêkirina şerê li navbera Îsraîl û Îranê û agirbesta di navbera wan de, pêleke berfirih a serkutkirin û girtina hevwelatiyan li Îranê bi taybetî di Kurdistanê de hatiye destpêkirin.