Girtin û nexuyabûna çarenivîsa Mihemed Zendkerîmî û Mesûd Emîrî li Dêwulan û Qurwe

Hengaw: Duşemî 23ê Hezîrana 2025an
Mihemed Zendkerîmî, welatiyê Kurd ê xelkê bajarê Bulwanava yê ser bi Dêwulanê û Mesûd Emîrî yê xelkê Qurwe, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin û ti zanyariyek derheq çarenivîsa van li ber dest nîne. Mihemed Zendkerîmî bo cara duyem e ku ji ber çalakiyên xwe tê girtin.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, ji roja Yekşemî 8ê Hezîrana 2025an ve, Mihemed Zendkerîmî yê 20 salî û xelkê bajarê Bulwanava yê girêdayî Dêwulanê hatiye girtin û herwisa çarenivîsa wî nexuya ye.
Herwiha Mesûd Emîrî yê xelkê Qurwe roja Înê 13ê Hezîranê, hevdem digel êrîşên Îsraîlê bo ser hêzên Komara Îslamî ya Îranê hatiye girtin û çarenivîsa wî jî nediyar e.
Mesûd Emîrî yê 35 salî û rûniştiyê taxa Ferhengiyan a ser bi bajarê Qurwe û di komapanayeke barhelgirê de li Tehranê kar dikir.
Mihemed Zendkerîmî di dawiya meha Îlona 2023an de jî, li mala xwe li Bulawanavayê ji aliyê hêzên Spaha Pasdaran ve hatibû girtin û bo cihekî nexuya hatibû veguhastin. Navbirî piştî midehekê ji girtîgehê hatibû berdan.