Rapora Hengawê li ser darvekirin û bêserûşûkirina bi zorê ya 6 girtiyên siyasî ji aliyê hikûmeta Îranê ve bi tohmeta sîxurîkirin bo Îsraîlê

30 June 2025 13:34

Hengawê; Duşemî 30ê Hezîrana 2025an

Hevdem digel destpêkirina şerê di navbera Komara Îslamî ya Îran û Îsraîlê de, şeş girtiyên siyasî ji wan sê girtiyên Kurd, bi tohmeta "sîxurîkirin bo Îsraîlê" bi awayekî nihênî hatine darvekirin. Berpirsên ewlehî tevî radesnekirina termên wan, herwiha rê li ber lidarxstina rêûrema serxweşiyê jî girtine; kiryarek ku mînakek eşkere ya "bêserûşûnkirina bi zorê" ye.

Li gorî Saziya Mafê Mirovî Hengawê, nasnameya van şeş girtiyên siyasî yên ku di rojên borî de hatine darvekirin wiha ne:

Azad Şucaî yê 31 salî û xelkê Serdeştê

Îdrîs Alî yê xelkê Serdeştê

Resûl Ehmed Resûl ê xelkê Silêmaniyê

Îsmayîl Fikrî yê 30 salî û xelkê Tehranê

Mihemedemîn Mehdewî Şayiste yê 27 salî û xelkê Tehranê

Mecîd Museyb yê xelkê Îsfehanê

Heta dema belavbûa vê raporê, termên van kesan ji malbatên wan re nehatine radestkirin û cihê biaxspartina wan jî nayê zanîn.

Darvekirinên bi dizî ve bi armanca tolhildanê

Di navbera 16ê Hezîran û 24ê Hezîranê de, ev şeş girtiyên siyasî di girtîgehên cuda de bi bê agehdarkirina malbatên wan hatine darvekirin:

Roja Çarşemî 25ê Hezîrana 2025an, Azad Şucaî, Îdrîs Alî (her du jî xelkê Serdeştê) û Resûl Ehmed Resûl (xelkê bajarê Silêmaniya Herêma Kurdistanê) li girtîgeha navendî ya Urmiyê hatine darvekirin.

Îsmayîl Fikrî di 16ê Hezîrana 2025an de li girtîgeha Qizlhesar a Kerecê hate darvekirin.

Mecîd Museyib di 22ê Hezîrana 2025an de li cihekî nexuya hate darvekirin.

Mihemedemîn Mehdewî Şayiste jî di 23ê Hezîrana 2025an de li girtîgeha Qizihesarê hate darvekirin.

Zextên ewlehî li ser malbatên girtiyên hatinî darvekirin

Hengaw hatiye agehdarkirin ku malbatên girtiyên hatinî darvekirin, ji bilî ku ji mafê lidarxistina rêûresma serxweşiyê hatine bêparkrin, di bin zexteke ewlehî ya berfireh de ne, û serdankirina berdewam a wan bo navenên dadwerî û ewlehî ji bo radestkirina termê zarokên wan, lê ev bi kiryarên gefxwarinê hatine rûbirûbûn.

Bêrûşûnkirina bi zorê; binpêkirineke eşkere ya yasaya navneteweyî ye

Berpirsên Komara Îslamî ya Îranê termê van girtiyan radestî malbatên wan nekirine û cihên veşartina wan jî nediyar e. Ji ber vê yekê, ev darvekirin wekî darvekirinên nihênî têne hesibandin, ku ji aliyê yasaya navneteweyî ve, mînakên zelal ên cinayetên "bêserûşûnkirina bi zorê" ne.

Hengaw tekezî dike ku hemû ev darvekirin li gorî siyasetên tolhildanê yên Komara Îslamî ya Îranê û bi tevahî bêrêzî li prensîbên bingehîn ên mafê mirovî hatine kirin.

Binpêkirinên berdewam ên mafê malbatên kesên hatinî darvekirin

Darvekirina van girtiyan bi bê agehdarkirina berê ya malbatan û redkirina radestkirina termên wan û ranegihandina cihê veşartinê, ne tenê mafê kesên hatinî darvekirin, lê di heman demê de mafên sereke yên malbatên wan jî binpê kirine.

Bêparkirina malbatan ji mafê biaxspartin û lidarxistina rêûresmên şînê, digel darvekirinên nêhînî û rohnnebûna piroseya dadwerî, mînakek eşkere ya "bêrûşûnkirina bi zorê" û binpêkirinek cidî ya mafê mirovî yê bingehîn e ku Komara Îslamî ya Îranê bi awayekî sîstematîk li dijî girtiyên siyasî û malbatên wan, bi taybetî li Kurdistanê encam dide.

Bêrûşûnkirina bi zorê, siyaseta Komara Îslamî li dijî dijberên xwe

Bêsrûşûnkirina bi zorê wekî emrazek serkutkirinê di siyasetên Komara Îslamî ya Îranê de xwedî dîrokek dirêj e û bi taybetî li dijî girtiyên siyasî yên Kurd, çepgir, Behayî û endamên Saziya Mucahidîn a Xelq hatiye bikaranîn. Mînakên wekhev ên vê cinayetê, wek bêserûşûnkirina bi zorê û darvekirina Ferzad Kemangar, Şêrko Muarifî, Ramîn Husên Penahî, Mihyedîn Îbrahîmî, Hidayat Ebdulahpûr, Luqman û Zaniyar Muradî û bi dehan girtiyên siyasî yên dinê ku çarenivîsek wekhev hebûne.

Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, bi tekezîkirina girîngiya rêzgirtin ji prensîbên bingehîn ên mafê mirovî, di heman demê de şermezarkirina pêkanîna van darvekirinên nihênî û kiryarên ku mafê malbatên van girtiyên darvekirî binpê dike, bang li civaka navneteweyî, saziyên navneteweyî û hemû saziyên mafê mirovî dike ku tevî lipeyketinên bo berpirsiyariyên xwe yên yasayî, Komara Îslamî ya Îranê bi bersivdan û rawestana bilez a ew siyasetên xwe yên serkutkirin û binpêkirina mafê mirovî neçar bike.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin