Raporek li ser darvekirina yazdeh girtiyan, li girtîgehên Kaşmer, Meşhed, Fêrdos, Kerec, Elîguderz, Erdebîl, Bêhbehen û Îlamê
Hengaw; Înê 28ê Mijdara 2025an
Sizayê darvekirina yazdeh girtiyan, ji wan sê girtinê Lor, du girtiyên Kurd, du girtiyên Tirkê Azerî û girtiyekî xelkê Efxanistanê bi navên Muhsên Ezîzferxanî, Nûrxuda Şahroxî, Ferhad Heyder, Mihemed Husên Xezayî, Behmen Salihî, Şehram Şemsî, Bêhzad Elîpûr, Kambîz Feroxî, Mihemedelî Cehaniyan, Elîriza Firûhende û Nêimet Xulamî ku berê di dosyeyên cuda de bi tohmetên "kuştina bi qest û madên hişber" hatibûn girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibûne sizadan, li girtîgehên Kaşmer, Meşhed, Fêrdos, Kerec, Elîguderz, Erdebîl û Îlamê hate cîbicîkirin.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha Pêncşemî 27ê Mijdara 2025an, sizayê darvekirina girtiyekî bi navê Nêimet Xulamî, li girtîgeha Kaşmerê li Xurasan Rezewî hate cîbicîkirin. Ev girtî berê bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber hatibû girtin û piştre ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibûne sizadan.
Di heman rojê de, sizayê darvekirina girtiyekî bi navê Muhsên Ezîzferxanî yê 47 salî û xelkê Meşhedê, li girtîgeha navendî ya Meşhedê (Wekîlava) hate cîbicîkirin. Ev girtî nêzîkî pênc sal berî niha bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber hatibû girtin û bi darvekirinê hatibû sizadan. Muhsên berî jî dema ku temenê wî 32 salî bû bi tohmeta kuştina bi qest hatibû girtin û bi darvekirinê hatibû sizadan, ku piştî derbaskirina 10 sal sizayê girtîgehê ji aliyê sikalaker ve hatibû boherîn û ji girtîgehê hatibû berdan.
Sizayê girtiyekî bi navê Nûrxuda Şaroxî, ku berê bi tohmeta kuştina bi qest bi darvekirinê hatibû sizadan, li girtîgeha Fêrdosê li parêzgeha Xurasana Başûr hate cîbicîkirin.
Di vê navberê de, sibêdeha roja Çarşemî 26ê Mijdarê, sizayê darvekirina du girtiyan bi navên Ferhad Heyder ê 40 salî û hevwelatiyê Efxanistanê û Mihemed Husên Xezayî, welatiyê Kurd ê xelkê Kirmaşanê û rûniştiyê Kerecê, li girtîgeha Qizilhesar a Kerecê hate cîbicîkirin. Li gorî çavkaniyeke agehdar, Mihemed Husên Xazayî sê sal berî niha bi tohmeta kuştina bi qest hatibû girtin, û Ferhad Heyder jî sê sal berî niha bi heman tohmetê hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibûne sizadan. Farhad Heyder roja Duşemî ji bo cîbicîkirina sizayê xwe bo odeya takekesî hatibû veguhastin û roja Sêşemî dawî hevdîtin bi malbata xwe re kiribû.
Di heman rojê de, sizayê darvekirina girtiyekî Lor ê bi navê Behmen Salihî yê 30 salî û bavê zarokekî, li girtîgeha navendî ya Elîgudarzê li parêzgeha Loristanê hate cîbicîkirin. Ev girtî sê sal berî niha bi tohmeta kuştina bi qest hatibû binçavkirin û piştre bi darvekirinê hatibû sizadan.
Herwisa roja Sêşemî 25ê Mijdarê, sizayê darvekirina girtiyekî Tirkê Azerî bi navê Şahram Şemsî li girtîgeha navendî ya Erdebîlê hate cîbicîkirin. Ev girtî berê bi tohmeta kuştina bi qest hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi bi darvekirinê hatibû sizadan.
Di heman rojê de, sizayê darvekirina girtiyekî Lor ê bi navê Bêhzad Elîpûr, ku berê bi tohmeta kuştina bi qest hatibû girtin, li girtîgeha Bêhbehanê li parêzgeha Xûzistanê hate cîbicîkirin.
Di çarçoveya pêla darvekirinên wê dawiyê de, sibêdeha roja Yekşemî 23ê Mijdarê, sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê bi navê Kambîz Feroxî, ku berê bi tohmeta kuştina bi qest hatibû girtin, li girtîgeha navendî ya Îlamê hate cîbicîkirin.
Di heman rojê de, sizayê darvekirina girtiyekî Lor ê bi navê Mihemed Elî Cehaniyan, ku berê bi tohmeta kuştina bi qest hatibû girtin, li girtîgeha navendî li parêzgeha Hemedanê hate cîbicîkirin.
Herwiha di heman rojê de, sizayê darvekirina girtiyekî Tirkê Azerî ê bi navê Elîriza Firûhende yê 23 salî û xelkê bajarê Parsabad ê ser bi parêzgeha Erdebîlê, li girtîgeha navendî ya Erdebîlê hate cîbicîkirin. Ev girtî çar sal berî niha bi tohmeta kuştina bi qest hatibû girtin û bi darvekirinê hatibû sizadan.
Heta dema belavbûna vê raporê, nûçeya darvekirina van girtiyane di medyayên hikûmetî û bi taybetî yên girêdayî Dezgeha Dadwerî de nehatiye belavkirin.